Abbas Ahmed di sala 1969′an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya mûzîkê vergirt.
Di 1990′an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.Di navbera salên 1990 û 1996′an de 5 albûmên amatorî weşand.1996′an koçî Elmanyayê kir.
Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da.5 albûmên profesyonelî weşand.Keça Delal (1996),Deynek (1997),Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).
Abbas Ahmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka Kurdî guncandîye. Abbas Ahmed bi taybetî şêweyên pop-rockê bo di mûzîka xwe de bi karanî.Berhemên wî bi taybetî ji alîyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hez kirin.
