Abbas Ahmed di sala 1969′an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya mûzîkê wergirt.
Di 1990′an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir. Di navbera salên 1990 û 1996′an de 5 albûmên amatorî weşand. 1996′an koçî Elmanyayê kir.
Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê li gelek deverên Ewrûpayê konseran da. 5 albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996), Deynek (1997), Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).
Abbas Ahmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên mûzîka cîhanî di mûzîka Kurdî de hunandiye. Abbas Ahmed bi taybetî şêweyên pop-rockê di mûzîka xwe de bi kar anî. Berhemên wî bi taybetî ji alîyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hes kirin.
