Abbas Ahmed bi albûma xwe dawîn a “Bi Tenê” pêşketina xwe îspat kir

Bi TeneAMED,bakûrê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS)Hunermendê bi navûdeng a mûzîka folk-rock a Kurdî abbas Ahmed bi albûmeke cihêreng û serkeftî vegeriya.

Albûma dawîn ya Abbas Ahmed bi navê “Bi Tenê” li bakûrê Kurdistanê jî derket bazarê.”Bi Tenê” albûma 5′emîn yê Abbas Ahmed e.

“Bi Tenê” ji 11 stranan pêk tê.Di albûmê de straneke xirab nîne.Abbas Ahmed di albûmên xwe yên pêşîn de bi taybetî bi şêwaza xwe di albûma “Deynek (1997) de bi texlît bûna Ciwan Haco dihate tawanbar kirin.Lê Abbas Ahmed bi albûma xwe ya “Barana tirsê (2000)” ji xwe re ser xêza mûzîka modern-rojavayî ji Ciwan Haco cûdatir şêwezeke din peyda kir.

“Bi Tenê” berhemê pêşketina Abbas Ahmed e

Abbas Ahmed di warê kalîteya mûzîkê de bi vê albûmê xwe gihandiye asteke bilind û bo mûzîka Kurdî jî derîyên cihê reng vekirîye.

Abbas Ahmed jî newa û bingehên mûzîka Kurdî di stranên xwe de bi kar tîne.Di albûma “Bi Tenê” de li gor albûma berê ya bi navê “Mêvana Xewnê” (2003) cûdatri kêmtir cîh daye newayên mûzîka Kurdî ya gelêrî û klasîk.Niha di sektora mûzÎka Kurdî de %80 yê an bi temamî an jî albûman nêzî mûzîka kurdî ya gelêrî têne çêkirin.Hemû awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divê berê ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.

Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şêweyî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e.Li şûna zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ango di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.

Di mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro bi saya riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arşiva mûzika Kurdî.Ger derbarê yekem pêşengên mûzika Kurdî behs bikin.Divê navê yekem koma rocka Kurdî Koma Wetan(1974), Abbas Ahmed,Mirady,Jan Axîn,Mehmet Atli,Koma Çar Newa,RocKurd (ji başûrê Kurdistanê),Sozdar,Rotînda,Koma Dengê Azadî,Koma Caz Piya,Koma Zelê Melê û hin navên din jî ji bîr nekin.

Li gor vê rewşê helwesta Abbas Ahmed bo pêşketina mûzîka Kurdî ya hemdem helwesteke baş e.

Di “Bi Tenê” formên rock,folk-rock û soft rock zêdetir derdikevin pêş.Albûm bi saundeke baş hatiye tomar kirin û bi profesyonelî hatiye aranje kirin.Di albûmê de bi giranî ensturmanên wek gîtara elektro,gîtarên bass,keybord,synthesizer,saksafon,trompet û dahol(bi avayekî soft) hatine bikarnanîn.Piraniya mûzîk û gotinên stranan aîdê Abbas Ahmedê ye.

Di albûmê de mûzîkjenên wek Jochen Daniel, Heval Haco, Haco Haco, Gerd Bracht, Gereon Homan, Matthias Rethman, Andreas Schleicher, Richard Bracht, Rainer, Herêm, Ako İnayat, Dilovan, Kathrin Mander, Gulnaz Haco cîh girtine.Piranîya wan navan di albûmên berê ya Abbas Ahmed  de jî cîh digrin.

“Bi Tenê” ji Kom Mûzîkê ve hatiye derxistin.Heta niha albûmên Abbas Ahmed ji Ses plakê derdiket.Em hêvî dikin ku albûma Abbas Ahmed nebe qurbana helwasta demên dawî yê di warê qelsîya belav kirin û nasandina albûmên Kom Mûzîkê de.

Albûma Abbas Ahmed yê dawî “Bi Tenê” ger ji şîrketeke mezin ve hatibaya derxistin û bi reklamake baş bihatibaya belav kirin bi hêsanî dikarîya bi albûmên heman şêweyî yên cîhanî pêşbrikî bikira.

Wisa xuyaye ku “Bi Tenê” wekî albûmên din yê Abbas Ahmed bibe klasîkek û bi salên dirêj ji alîyê hezkiriyên mûzîka hemdem ya Kurdî bê guhdarî kirin û bo hunermend û komên din jî bibe mînakeke baş.

Abbas Ahmed bi “Bi Tenê” careke din xuya kir ku ger li dû wî piştgiriyek profesyonelî hebe di vê şêweyê de dikare bibe stêrkeka navdar û serketî ya mûzîka Kurdî.Hûn jî “Bi Tenê” bikirin û şahîda vê yekê bin.

Abbas Ahmed li gor serkeftî bûna albûmên xwe kêm tê nasîn

Mixabin Abbas Ahmed bi qasê serkeftî bûna albûmên xwe nayê naskirin.Di vê rewşê de kêm derketina di medyaya dîtbarîya Kurdî de û nebûna klîbekeke baş ya Abbas Ahmed jî heye.

Çawa ku Ciwan Haco ji ber pêşketî serkeftî bûna xebatên xwe ji alîyê girseyeke mezin yê ne-Kurd ve jî tê guharî kirin û derîyên mûzîka Kurd bi saya Ciwan Haco bo cîhanê hate vekirin bêgûman Abbas Ahmed jî bi xebatên xwe yên serketî namzetê vê yekê ye.

Abbas Ahmed kîye?

Abbas Ahmed di sala 1969′an de li başur-rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîye) hatiye dinye.Li Sûrîye perwerdeya mûzîkê vergirt.Di 1990′an de dest bi xebatên xwe yên mûzîkê kir.Di navbera salên 1990 û 1996′an de 5 albûmên amatorî weşand.1996′an koçî Elmanyayê kir.Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewrûpayê konseran da.5 albûmên profesyonelî weşand.Keça Delal (1996),Deynek (1997),Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).

Abbas ahmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên mûzîka cîhanî lê mûzîka Kurdî guncandîye. Abbas Ahmed bi taybetî şêweyên pop-rockê bo di mûzîka xwe de bi karanî.Berhemên wî bi taybetÎ ji alîyê ciwanên bajarî yên Kurdan ve hatiye hez kirin. (HAWAR DENGÛBAS / Beşa Çand û Huner)

Post a Comment

Your email is never published nor shared. Required fields are marked *

*
*