Stêrka Hûnera Kurdî a Pop Muzîkê, Abbas Ahmed, Klîba strana xwe a bi nav u deng, “Min digo tê bê”, wê demek nêz de li Televîzyonên Kurdî biweşîne. Amadekirina Klibê ji hêla firma “Zoro-Production” li bajarê Osnabrück, li Almanya, hatîye tomarkirin. Derhênerê Klîbê Hûnermend Abbas Ahmed e.
Webmasterê malpera hûnermend Abbas Ahmed, Eyub Zaxuranî dibejê: “Hûnermend Abbas Ahmed dise ispat kir ku ew karekî baş jibo hûnera Kurdî dikê. Klîba Abbas Ahmed “Min digo tê bê” pir başe û naveroka senaryo ya Klîbê gellekî balkêş e, wek ku evîndarek li benda yara xwe ye, lê evînek bê hevî.”
Abbas Ahmed daxuyanîn ku ew ê nêzde bi companîya “Zoro-Production” re jibo straneke ji berhem a wî “Bi Tenê” Klîbek a din amadebikê.
